Li Ormîyê Kolberekî din bi teqeya rasterasta supayê pasdaran hat kuştin

Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê ragihand, duh roja Eynî, Kolberekî kurd ku bavê 3 zarokane li dema kolberiyê li sînorê Ormîyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi teqeya rasterasta supayê pasdaran hat kuştin.
Hengawê ragihand, duh roja Eynî 9ê Temozê, hêzên supayê pasdaran li dola “Binar” a ser bi navçeya “Mergewerê” teqe li hejmarek kolberan kiriye û di encam de kolberekî bi navê “‘Ebdulezîz Hacîpor”, temen 43 salî canê xwe ji dest daye.
Hengawê her weha ragihand, ev kolbere ji mesafeyek pirr nê, ji hêla supayê pasdaran ve hatiye armanckirin.