Li rojavayê Kurdistanê tunebûna avê bandorek xirab li jiyana hemwelatiya dike

Li rojavayê Kurdistanê tunebûna avê bandorek xirab li jiyana hemwelatiya dike..

Ji destpêka kirîza Sûriyê de heta niha welatiyên Kurdistana Sûriyê di rewşeke awarte û zehmet de derbas dibin ji aliyê dabînkirina xizmetguzarî û pêdiviyên jiyana mirovan a rojane.

Yek ji wan zehmetiyên ku welatî dibînin qutkirina ava vexwarinê li hin bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê mîna Bajarên sereke weke Hesekê û Qamişlo ku ev tunebûna avê kirîzek bi bandor e û dibe cihê pirsgirêkê li cem hemwelatiyan.

Herwiha di derbarê vê mijarê de hemwelatiyek ji Qamişlo ji taxa ” Cûdî” ji malpera ENKSê re behsa rewşa Avê li taxê dike : Bi rastî mirov bê av nikare jiyana xwe berdewam bike û bi taybetî di vê werzê havînê de ku pileya germê digihêja asteke bilind û di vê rewşa awarte de mirov hewcedariya dabînkirina avê ye.

Li ser vê mijara birîna avê welatiyekî din ji heman taxê ji me re anî ziman: Ku ji heyama sê rojan de ew bê ava vexwarinê ne û neçar dibin ku bi rêya tankan ku di nava kolanan de digerin ew ava vexwarinê bikirin û dibe ku ev av ne paqij be û nexweşiyan ji mirov re çêbike.

Heman kirîza birîna avê li bajarê Hesekê li Kurdistana Sûriyê payda dibe ji sedema qutkirina avê ji wêstgeha Elok a avê ji aliyê çekdarên ên girêdayî dewleta Tikiyê ve, ev yek bandoreke herî mezin li ser jiyana xelkê wî bajarî dike.

Pustên heman beş