Bi sedema hebûna çekdarên PKKê, îro jî careke din balefirên Tirkiyê bordomana gundên başûrê Kurdistanê kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 11/7/2021an, balefirên cengê yên dewleta dagîrkara tirk, liv û tevgerên çekdarên PKKê li gundên “Serokanîyê navçeya Berziyê ya ser bi devera Zêbariya û gundê Kanî Jajîkê li çiyayê kurejar” armanc kirin.
Êrîşa li ser gundê Kanî Jajîkî li çiyayê Kurejar danê sibê û êrîşa li ser çiyayê hinavî gundê Serokaniyê li devera Zêbariya li danê êvarê pêk hatine.