Serokê Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Bazîd a parêzgeha Agiriyê Talha Kaya ku di sala 2011an de tabelaya partiyê bi Kurdî daleqandibû, ji aliyê dadgehê ve bi salek û 8 meh cezayê girtîgehê hat sizadan.
Serokê Rêxistina BDPê yê Bazîdê Talha Kaya, di sala 2011an de tabelaya partiya xwe li ser avahiya partiyê bi Tirkî û Kurdî daleqandibû û piştre Dozgeriya Bazîdî lêpirsîn dabû destpêkirin ku wê demê polîsan tabelaya Kurdî ji avahiya partiyê rakiribûn û dest danîbûn ser.
Dozgeriya Bazîdê li dijî Serokê Şaxa BDPê Talha Kaya bi tometa “propagandaya rêxistinê” û “li dijî polîsan rawestan” lêpirsîn dabû destpêkirin.
Dadgeha 2yemîn a Bazîdê di rûniştina îro 11ê Tîrmeha 2021ê de tabelaya kurdî wek “propagandaya rêxistinê” qebûl kir û salek û 8 meh ceza ji Talha Kaya re birî.
Talha Kaya piştî biryara dadgehê got, dê biryarê bibin dadgeha bilind û tabelaya xwe paş de bistînîn.