Li Bekkayê Pêxemberekî Sexte

Di Sala 1992an de wexta ku parlemantoya Kurdistanê hat avakirin, bû hêvîyek mezin bo tevahîya kurdan li hemû cihekî dinyayê. Piştî sed salan statûyek ji bo kurdan çêbû di navçeyê de, ku encama xwîn û têkoşîna bi hezaran rêber û pêşmerge û cengawerên kurd bû ku di dema derbasbûyî de bi mêranî li ser axa Kurdistanê li berxwe dabûn. Wê çaxê Ocalan û hevalên wî li dola Bekkayê bi çavsaxîya îstixbarata Sûrîyeyê, fermana mirinê kurdan didan. Berê hemû dewletên dagirker di navçeyê de, weke yekemîn hêz li pêşîya wê statûyê derketin û biriyara şer dan li dijî Başûrê Kurdistanê. Ew biryar jî ne nû bû, ji ber ku PKK ji wê çaxa ku hat avakirin, biriya komkujîya kurdan kiribû manefostoya xwe ya sereke. Heke em li paşeroja PKKê binerîn, ji bili xwîn û kuştin û tesfiye kirinê, tiştekî din tê de tune ye. Dîroka PKKê, dîrokeke bi xwîn û qirej e.
-Ocalan li kuderê hat perwerde kirin?
Di sala 1978an PKK li gundê Fîsê weke partiyeke siyasî xwe îlan kir. Ocalan di nava grûpa damezrîner de tenê endamekî rêveberîyê bû. Mazlum Dogan û Mehmet Xeyrî Durmuş û çend kesên din rêveberîya PKKê dikirin. Grûpa Enqereyê, di bin têsîra hizra çepên tirkan de bûn û xwînrêjtirîn koma kurdî bûn. Di bedena kurdan de wekî penceşêrê belav bûn û hemû kiryarên kuştin û terorê di nava PKKê de wan bi rêve dibirin û encam didan. Wê demê jî Ocalan bi keça rayedarê MÎTê (Ali Yildirim) re zewicî. Di partiyê de xwe da pêş û alikariyên maddî û mehnewî bo partiyê anî. Bi şev û roj li mala Kesîre niştecî bû û di bin teorîya bavê wê de, Ocalan perwerde dibû. Piştre ku Kesîre ji PKKê vediqete û dev ji partiyê berdide. Apo di belavokekê de dibêje: (MÎTa Tirkî Kesîre şandiye nava PKKê û ew xiyanet ji PKKê kiriye). Kesîre ji di nivîsekê de bersiv dide û dibêje: (Raste ew bavê min bûye û min tu carî ji wî hez nekiriye. Lê ewê ku bi şev û roj bi bavê min re rudinişt û talîmat jê disitand tû bûyî ). Wate: Apo her di destpêkê de beşek ji pilana MÎTa Tirkî bûye ku ji bo tune kirina gelê kurd û MÎTa Tirk jî bi zanêbûn wî perwerde kiribû.
-Bekka, ew dojehê ku xwedê ji nikare tê de bijî.
Ew ên ji dîrok û paşeroja PKKê hayedarin, baş dizanin ku akademîya PKKê li Bekka, mezintrin kujergeha kurdan bû. Ew serkirdeyên ku piştre ji PKKê veqetiyan, her yek bi awayekî behsa wê dojehê kirine ku Ocalan û hevalê wî yê kemalîst Yalçin Kuçuk, ji bo kurdan çêkiribûn. Ew Ocalan bû li Akademîya Mahsum Korkmaz xwe kir pêxember û hemî şervan û rayedarên PKKê lazim bû di bin fermana wî pêxemberî de bin û ew bi xwe jî di bin fermana Yalçin Kuçuk û sazîya îstixbarata Tirkî û Sûrî de bû. Ew kujergeha ku Hitler ji bo Cîhûyan çêkir li Almanya yê, Apo heman senaroya Hitler dûbare kir û li Bekka bi hezaran kurd bin ax û tesfiye kir. Niha jî xwîna “Şahin Baliç” û sedan serkirde û kadroyên PKKê li Bekkayê weke roja ronî dibiriqe. Ocalan tenê bi kuştin û tesfiye kirina wan serkirdeyan rihet nedibû, belkî li derdorê cenazeya wan fîşeka xweşiyê diteqand û govend digirt. Weke ew ê ku li hemberî cenazeyê Mehmet Şener û Dilaver Yildirim kir.
Aliyekî wî yê qirej jî li ser jinan bû. Ocalan, jinan bêrêz dikir û wan wekî kole dihesiband. Ku herdem gerilla û kadroyên jin li derdora xwe kom dikir û weke pêxemberên sextekar ên Misîr a kevnar, dixwest wan bike xulamê xwe. Pirtûka (PKK’de Kadin Olmak – Di nava PKKê de Jinbûn) ku ji aliyê Nejdet Buldan hatiye nivîsandin, belgeya herî mezin e ku Ocalan bêrêzîya jinê kurd kiriye û hemî tiştê kirêt li hemberî wan kiriye.
-Mehmet Şener çawa hate şehîd kirin?
Wextê ku di kongereya çara PKKê de, Mehmet Şener bû endamê polîtbiroya partiyê û “Sari Baran” ji bû serleşgerê ARGKê. Pîskolojîya Ocalan têkdiçê û ji bo wî sext dibe ku ev şikestê qebûl bike. Mehmet Şener di dilê civak û komelgayê kurdî de bû. Mirovek Neteweyî û cengawerek niştmanî bû. Ji aliyê xelkê dihat hez kirin û tu carî li dijî milletê xwe cih negirtiye. Belkî di rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê de, herdem weke pêşmergeyek qehreman amade û canfeda bûye. Hezkirina millet ji bo Mehmet Şener, Ocalan zêde û zêdetir hêrs dikir. Lewma Şener cih bi Apo tengkir û bû kesê yekema PKKê. Ji Ewrupa û kurdistanê xelkek zor bi Şener re bûn û piranîya gerillayên PKKê digel wî bûn. Piştî wê ku Ocalan û grupê wî ber bi qels bûnê diçin û hîs bi xeteriyê dikin li ser xwe! Ocalan bi rêya îstixbarata Sûrî û çekadarekê xwe bi navê (Mehmûdê Reş), di 1/11/1991 li bajarê Qamîşlo bi awayekî hovane Mehmet Şener teror dikin! Piştre Ocalan û zilamên wî li derdorê cenazeya wî fîşekên xweşîyê diteqinin û govendê digirin. Wê demê Sakine Cansiz(Sara) ku hevjîna Şener bû, bi bêdengî di kuncikekê de digirî û ji tirsa jiyana xwe, tiştekî nabêje. Livîr ve pêxemberek saxte ji Bekka dê dinyayê û navê xwe dike serok Apo.
-Li Bekkayê Pêxemberekî sexte û komkujîya kurdan
Pişti ku Ocalan kesayetîyek weke pêxemberan ji xwe re çêkir û zilamên derdorê wî kêr bi dest di xizmeta wî de dibin, xwîn ber çavê wî digire û dest bi tesfiye kirina dijberên xwe dike. Şehîd bûna Mehmet Şener rê li hemberî Apo xweş kir da ku bibe xwedê li ser serê derdorê xwe. Wê çaxê peywendîyek xurt di navbera Ocalan û Hafiz Esed û îstixbarata sûrî hebû. Heta Asif Şewket berpirsyarê îstixbarata sûrî hevalê herî nêzikî Ocalan bû. Li Bekkayê tu kes nedikari li hemberî sistema Ocalan xwe bigire û wî rexne bike. Ew ê ku sistema Apo û PKKê rexne dikir, rasterast dihat tesfiye kirin û kuştin. Selîm Çurukkaya û Asyel Çurukkaya hevjîna wî ji aliyê Ocalan hatin girtin û îşkence kirin. Piştre ji PKKê derketin û çûn Almanyayê. Sakine Cansiz jî ku hevjîna Mehmet Şener bû, sala 2013 li Parîsa paytexta Fransayê, ji aliyê endamekê nepenîya MÎTê û PKKê hat teror kirin. Dilaver Yildirim jî ku yek ji kadroyên navdarê PKKê bû, ji aliyê Ocalan tê tesfiye kirin û fîşeka xweşîyê li ser cenazeya wî dê teqandin. Teror kirina Dilaver, Apo rihet nekir, belkî xuşka wî jî (Ayten Yildirim) bi îşkenceyê kuşt.
Şahin Baliç(Metîn) ku endamê komîte navendîya PKK û yek ji fermandarên leşkerîya wê partiyê bû, sala 1990 li akademîyayê Mahsum Korkmaz li Bekkayê bi destûra Ocalan dihê kuştin. Gelek çîrokên din yê bi xwînê hatine nivîsîn hene, ku ji aliyê Apo û zilamkujên wî hatine kirin. Bekka goristanek dinê bi xwînê ye ku bi hezaran kurd tê de hatiye komkuj kirin û bin ax kirin. Dîrok ne tu tiştî jibir dike û ne jî tu kesî jî dibore. Ocalan û partiya wî lekeyek reş ya herî mezin e di dîroka her çar perçeyê Kurdistanê de.
Dilovan Ali