Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku hêzên çekdar ên Îranê li du cîhên cuda yên Bane gule berdan kolberan, kolberekî jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya Komela Mafê Mirovan a Hengaw, hêzên çekdar ên Îranê li sînorê Birwêşkanê ya navçeya Bane gule li karwanekî kolberan berdan û kolberek bi navê Hemîd Emînpor ê temen 48 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gor heman çavkaniyê Hamîd Emînpor roja şemiyê gule lê hatine berdan û gelek gule li zikê wî ketiye û roja yekşemê piştî lêgerînên zêde termê wî hate dîtin ku gelek xwîn jê çêbû û jiyana xwe ji dest dabû.
Hemîd Emînpor xelkê Seqîzê ye û bavê 6 zarokan e.
Heman rojê li sînorê Nenorî yê Bane jî du kolberên din ên bi navên Muxtar Şerîfî û kolberekî din ê bi navê Mikaîl bi guleyên hêzên çekdar ên Îranê ve birîndar bûne.