Artêşa Tirkiyê 4 sivîl li Tilrifetê birîndar kirin

Artêşa Tirkiyê 4 sivîl li Tilrifetê birîndar kirin

Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê bajarokê Tilrifetê yê Rojava Kurdistan topbaran kir, bi wê sedemê 4 sivîl birîndar ketin, yek jê zaro.

Hat ragihandin, duh êvarê, artêşa Tirkiyê û mîlîsên girêdayî wê êrîşa bajarokê Tilrifetê yê Rojava Kurdistan kir, 4 sivîl birîndar ketin, yek jê zarok:

Navên birîndaran wusane:

Welîd Ereb, 5 salî.

Nîhad Mihemed Elî, 32 sal.

Havîn Reşîd, 40 sal.

Sozan Memo, 30 sal.

Hêjay gotinê ye û li gorî amarên rêxistinên mafên zarokan, ji sala 2019an, ve, bi sedema êrîşên Tirkiyê li ser bajarokê Tilrifetê 8 zarokan can dayî ye.

Pustên heman beş