Nakokiyên di nêvbera Bafil talebanî û Lahur Cengî de çewa çêbûn?

Nakokiyên di nêvbera Bafil talebanî û Lahur Cengî de çewa çêbûn?

Di niha de mijara herî germ li başûrê Kurdistanî, mijara bê bandor kirina Lahur Şêx Cengî û ladana dûvelankên wî di nava saziyên ewlehiyê yên li Silêmaniyê ye ji hêla Bafil Talebanî ê kurê Mam Celal. Ev mijar bi awayekî germe ku hin Çavdêrên siyasî wisa difikirin ger pirsgirêka di nêvbera her du hevserokên YNKê berdewam bin, ne dûre bigihîje pevçûnên çekdarî. Hin Çavdêrên din jî wisa difikirin ku pirsgirêk bi dawî bûye û Bafil Talebanî her tişt bi dawî kiriye.

Ya rast her li roja encam dayîna kongreya YNKê nakokî di nêvbera cut pismama de dirust bûn, Bafil Talebanî ku xwe bi mîratgirê Mam Celal dibîne nemadikarî vê yekê qebûl bike Lahur Cengî ji wî pêtir denga di kongreyê de bi dest bixe, lê Lahur piraniya endamên YNKê yên beşdar di kongreyê de kirî bûn û dengê wan ji xwe re misoger kirbû, Lahur hin endamên kongirê bi pere, hin bi tehdîd û gef xwarin bi kuştin û parve kirina melefên wan yên ne exlaqî weke vîdyoyên ku ew têde bi tazî li gel jinan xweya dibin xistibûn bin fermana xwe û hin endamên din jî bi pêdana pileyên hizbî û hikûmî razî kirbûn. Ev yek bû sedem ku Lahur dengên hejmarek herî zêde ya endamên kongireyê bi dest bixe, lê ev yek ne sedema sereke ya nakokiyên wan ên niha ye, gelo sedema sereke çîye?

Li gor zanyariyên me yên taybet, bera mehekê Bafil Talebanî nexweş dikeve, ew seredana nexweşxaneyê dike, li gor encamên tehlîlên wî li nexweşxaneyê tê îsbat kirin ku ew hatiye jehir xwar kirin, Bafil lekolînê dike û digehe wê encamê ku yek ji pasewanên wî bi fermana Lahur Cengî jehir kiriye di nava xwarina wî de, ev ji aliyekê. Ji aliyek din hejmarek herî zêde ji rayedarên YNKê li cem Bafil Talebanî gileyî dikin ku Lahur bi bikaranîna saziya îstixbarata YNKê ya bi navê Zanyarî vîdeoyên bê exlaqî li ser wan çêdike û her weha zarokên berpirsan kêşî bikaranîna madeyên hişber dike û paşan weke karta givaşê li ser bavê wan bikar tîne, ev yek jî dibe sedem ku ew li himber Lahur bê desthilat bimînin, her weha Lahur bi dest danîne ser dahatê navxweyî yê Silêmaniyê û rê nedan bi vegera vî dahatî ji boy xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsên YNKê bi taybetî Qubad Talebanî di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xistibûn rewşeke pir xerab, her weha qaçaxçîtiya derman û petrolê û ya ji hemûyan girîngtir hesab nekirin ji Bafil re di tu mijarekê de ev nakokî di nêvbera cut pismaman de gihandin asta herî jor.

Nakokî digihîjin astekî ku Bafil Talebanî bi ti awa nikare Lahur Cengî efû bike, li dawiyê ji nîşkave Bafil bi bikaranîna hêza leşkirî diçe ser saziya îstixbaratî ya YNKê û hin berpirsên vê saziyê desteser dike, Bafil her yek ji Mihemed Talebanî yê birayê Ala Talebanî û xwarzayê Lahur yê bi navê Renc ku du berpirsên herî blind yên îstixbarata YNKê ne desteser dike, piştre Bafil di avahiya îstixbarata YNKê de dest danî ser hin girteyên vîdeoyî yên ne exlaqî yên berpirsên YNKê ku Lahur ji boy bin dest kirina wan bi bikaranîna saziya îstixbaratî tomar kirbûn. Her weha Bafil Talebanî di jûra xwarzayê Lahur yê bi navê Renc de dest di dane ser qûtîyeka jehrê. Her weha Bafil hêzek din dişîne ser şîrketa Lahur ya bi navê Kunsul û li wir dest di dane ser 10 milyon dolaran.

Tiştên ku bi dest Bafil Talebanî ketbûn bes bûn ku Lahur pê bê deng bike, Lahur hin caran bi awayek rasterast û hin caran bi awayek nerasterast û bi rêya berpirsên YNKê daxwaza hevdîtnê ji Bafil kir daku pirsgirêk werin çareserkirin, lê belê Bafil razî nebû, Bafil tiştê ku dixwest kir, êdî Lahur hat bê bandor kirin, Bafil bi guherîna berpirsên ewlehiyê yên ser bi Lahur Cengî û danîna kesên wefadarî xwe, Lahur li erdê da û xwe ji hevserokê YNKê bi serokê YNKê binav kir.

Heya niha jî ev nakokî berdewamin, îro êvarê jî hêzeke ewlehiyê bi fermana Bafil talebanî çûn ser Kanala telefizyonî ya bi navê “IPLUS” ku ev kanal ya ser bi Lahur cengî ye, li gor zanyariyan hemû karmendên vê kanalê ji boy malê hatine şandin û beşek ji amûrên vê kanalê hatine şikandin û beşek din vê hêzê bi xwe re birin e.

Ya ku xweya ye, Bafil bi ti awa razî nabe rewş weke berê vegere û Lahur weke berê bi desthilat bikeve, Bafil dixwaze partiya ji bavê xwe bi mîrat wergirtî ew bi xwe birêve bibe, ew ji aliyekî dixwaze bi vî awa hinekê alîkariya birayê xwe û tîma YNKê ya di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bike û wan ji wê dorpêç û givaşa ku Lahur li ser wan daniye rizgar bike, ji aliyek din jî dixwaze xwe weke kesê yekem û berpirsê sereke yê YNKê nîşan bide.

Pustên heman beş