Li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Marmarîs Muglayê êrişa çekdarî pêk hat û derbarê bûyerê de kesek bi navê A.T.D. hat desteserkirin.
Li navçeya Marmarîs a Muglayê îro danê sibê li dijî avahiya HDPê êrişek çekdarî hat kirin.
Li gor agahiyên berdest êrîşkarê bi navê A.T.D bi taksiyê çûye avahiya navçeyê ya HDP û ziyan gihandiye avahiyê.
Li ser agahdarkirina ku kesekî êrişî avahiya HDPê kiriye, hêzên asayişê çûn cihê bûyerê û kesê bi navê A.T.D. yê 28 salî ku hat zanîn êrişî avahiyê kiriye desteser kirin û dest bi ser çeka wî de jî girtin.
Li gor medyayê Tirkiyê heman kesî sala 2018am jî êrîşî avahiya HDPê kiriye û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.