Rêxistina PKKê ji nakokiyên di nava Yekêtîya Niştîmanîya Kurdistanî de çêbûne acize û îro di daxuyanîyekê de êrîşên neraste rast kirine ser kurrên Celal Talebanî Qubad û Bafil.
Komeleya têkiliyên derve a rêxistina PKKê, îro roja çarşemî 14/7/2021an, helwesta rêxistinê li derbara nakokiyên ku di nava YNKê de çêbûne ragihand û di daxuyanîyeke fermî de nerihetîya xwe ji wan hengavan diyar kirîye ku her yêk ji Qubad Talebanî û Bafil Talebanî ji roja 8 tîrmehê ve li dijî Lahur Cengî û baskê wî encam dane.
Di daxuyanîya PKKê de hatîye ku pêwîste ev kirîz li gorî mekanîza kongireya çaremîn a YNKê werin çareser kirin, ev yêk jî dihête wataya ku ew li dijî wan hengavane ku Qubad Talebanî û Bafil Talebanî li dijî Lahurê cengî avêtine.
PKKe dibêje: Ji ber wê biratya Celal Talebanî, Îbrahîm Ehmed bi Abdulla Ocalan re heyî, erka dikeve ser milê me emê bicih bînin, ev jî bi wê watayê tê ku PKKe jêr bi jêr ketîye nava hewlên pişitgriyê li Lahur Cengî.
Hêjay gotinê ye, ji dema hevseroktîya Lahur Cengî, têkiliyên PKKê bi YNKê re pir bi hêz ketine û gihîştin astekî wusa ku hinekî mabû YNKe tam bikeve jêr bandor PKKê, ev jî yêk ji sedemên sereke bû ku hengavên bê tesîr kirina Lahur werin encam dayîn.