Sîxurekî Lahur li nava mala Mam Celal hat girtin

Li gor zanyariyên medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li nava mala Mam Celal sîxorek hatiye desteserkirin ku kar ji bo hevserokê berê yê YNKê kiriye.

Jêderekî bilind ji YNKê ji medyaya fermî ya partiya xwe re ragihand, li nava mala Mam Celal ya li devera Debaşanê li Silêmaniyê sîxurek hatiye desteserkirin û ew li wê yekê mikur hatiye ku kar ji hevserokê berê yê YNKê re kiriye û ji bo armancên taybet û lêdana li berjewendiyên bilind ên YNKê hatiye bikaranîn.

Heta niha li ser wê babetê ti zanyarî nehatine belavkirin, lê medyaya YNKê amaje bi wê dane ku dê zanyariyên zêdetir belav bikin.

Pustên heman beş