Nakokiyên di nêvbera her yek ji Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî hevserokên YNKê ku ji 8î vê mehê dest pê kirî gihîştin qonaxeke nû, di vê qonaxê de tê çaverêkirin ku her tişt bi dawî bibe, ji ber ku weke xweya dibe Bafil Talebanî biryara xwe daye û dixwaze YNKê ji destên Lahur bîne der û xwe weke mîratgirê mam Celal û serokê YNKê îlan bke, ji boy vê yekê jî biryara dawyê hatiye dayîn û wusa xweya ye ku endamên serkirdatiya YNKê jî li ser vê biryarê razî ne.
Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, piştî tund bûna nakokîyan, Lahur Cengî ji boy parastina xwe ji destên Bafil Talebanî çendîn caran bi rayedarên PKKê re civîya ye, hin caran bi awayekî rasterast û hin caran jî bi rêya nûneran ev hevdîtin hatine encam dayîn, di van hevdîtinan de PKKê piştevaniya xwe ji Lahur re ragihandiye û ew pişt rast kiriye ku PKKe dev ji wî bernade, ji ber ku berjewendiyên her du aliyan nêzî hevin.
Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Qendîlê eşkere kir, li şeva 13 li ser 14îy vê mehê, Lahur cengî li Qendîlê hatiye dîtin, Lahur Cengî ji boy hevdîtina bi rayedarên PKKê bi taybetî Cemîl Bayik çûye Qendîlê, di vê civînê de Cemîl Bayik piştevaniya xwe ji Lahur re ragihandiye û daye xweya kirin ku ew di her aliyekê de amade ne alîkarya Lahur bikin, ger pêwîst be dikarin ji aliyê leşkirî jî piştgiriya wî bikin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, di vê civînê de biryar hatye girtin ku Lahur cengî bi malbatên şehîdên YNKê re bicive û ji wan re wusa bide diyar kirin ku Barzanî û Tirkiye li pişt tawanbar kirina wî ji hêla Bafil ve ne, bi vê yekê Lahur wê bikare kar li ser atîfeya malbatên şehîdên YNKê bike û wan weke hercar bi axaftinên derew razî bike, di civîna bi malbatên şehîdan jî ev yek bi zelalî xweya bû û Lahur, Barzanî sûçbar kir.
Di beşeke din a civîna Lahur Cengî û Cemîl Bayik de, Bayik ji Lahur re pêşniyar kiriye partîyeke nû damezrîne yan jî di nava “PÇDK” ya ser bi PKKê ve li Silêmaniyê kar bike û bi têkilîyên xwe yên bi kesên di saziyên ewlehiyê û di nava YNKê de yên ku heya niha li jêr fermana Lahur de ne û berjewendiyên wan ketine xetereyê de hewl bide vê partiyê mezin bike, ji bo vê yekê jî Cemîl Bayik berheviya PKKê ji boy her alîkariyekê ji wî re ragihandiye.
Her weha hat hîn bûn ku di vê civînê de biryar hatye dayîn ku Lahur Cengî daxuyaniyekê parve bike û di daxuyaniyê de ji boy rakêşana hest û sozên gel wusa bide xweyakirin ku Mesûd Barzanî û Tirkiye li pişt nakokiyên di nêvbera wî û Bafil Talebanî de ne û dixwazin bi li ser kar ladana wî givaşên li ser PKKê tundtir bikin û ji aliyê Silêmaniyê êrîşî PKKê bikin, ev daxuyaniya ku Lahur dixwaze weke diyar kirina helwesta xwe li ser rûdanên Silêmaniyê parve bike ji aliyê Cemîl Bayik bi xwe ve hatiye nivîsandin.
Tevî vê yekê îro roja 15/7/2021an, Bafil Talebanî jî li ser tirba mam Celal hat dîtin, Bafil li ser tirba bavê xwe daxuyanyek parve kir û têde ragihand: ” herî dawî bi neçarî û piştî hewlên xweyên berdewam û hewildanên di ber yekîtiya me û parastina rêbaza rast û dirist û bi şêwira li gel serkirdeyên têkoşer û xemxorên rasteqînên YNKê, min biryara guhertinên bingehîn di serpireştên hemû wan dezgehên emnî û hizbî da, ku bi salan bû ketbûn xizmeta berjewendiyên hinek kesan û bo tesfiyeyên hizbî dihatin bikaranîn û li dijî berjewendiyên bilindên gelê me û yekîtiya me tevdigeriyan.”