Kurên xelkê li qadên şer û kurên wan li qadên perwerdehiya rijêma Sûriyê

Piştî bi dawî hatina ezmûnên xwendkarên Sûriyê, encamên van ezmûnan hatin ragihandin, ya balkêş eşkere bûna xwendina zarokên hin berpirsên îdareya xweser li dibistanên rejêma Sûriyê de bû, di demekî de ku rayedarên rêveberiya Xweser ê hertim pesna xwendina li bin desthilata xwe didin.
Eşkere bûna serketina kurê xuşka Aldar Xelîl di ezmûnên dibistanên li bin desthilata rejîma Sûriyê de bertekên gel li pey xwe anîn.
Eşkere bûna serkeftina kurê xuşka Aldar Xelîl di demekî de ye ku pêş niha Aldar Xelîl hin caran pesna sîstema xwendina li bin desthilata Rêveberiya Xweser daye, Aldar li 12/7/2021an li hesabê xwe yê Facebookê de nivîsand, em şoreşek rastîn jiyan dikin ku li ramana Demokratîka azad digere, yek ji aliyên wê yên herî girîng serferaziya wê ya girêdayî sîstema perwerdehiyê ye ku li dervey çarçoveya sîstemên koledariyê hatine danîn û rêgire ku civak di nava nejadperestiyê de were pejirandin û wan ji ramanên şovenîst dûr digre. Lê tevî van îdîayan hin ji rayedarên Rêveberiya Xweser zarokên xwe dişînin dibistanên rejêma Sûriyê.
Hin ji gelê Rojava di sosyal medyayê de qala vê yekê kir û wan nivîsand, kurên hejar û belengazan li qadên şerê ne, kurên berpirsan di rêxistinan de ne yan jî li Ewropayê jiyan dikin, kurên hejar û belengazan li dibistanên Rêveberiya Xweser bi zimanê kurdî dixwînin û kurên berpirsa li dibistanên rijêmê û bi zimanê Erebî dixwînin, rêveberiya xweser bi tenê qanûnê li ser hejaran cîbicî dike.
Lîsteyek ji zarokên karmendên rêveberiya xweser ku li dibistanên rijêmê de dixwînin
Kurê Mustafa bal, Berdevkê Fermîyê Hêzên Sûriya Demokrat, ezmûna xwendina bingehîn di sîstema perwerdehiya rijêmê de derbas kir. Ev di demekî de ye ku Mustefa Bal pesna sîstema perwerdehiya Rêveberiya Xweser dide û wekî destkeftiyek dîrokî ji bo şoreşa rojava bi nav dike.
Kurê Îbrahîm Al-Qetfan, Serokê Partiya Sûriya ya pêşerojê, di ezmûnan de biser ket. Tê gotin ku Al-Qetfan ji ber ku hin ji kesên sade û hejar zarokên xwe şandine dibistanên li bin desthilata rijêmê ew zîndanî kirine.
Keça Salih Elî, çavdêrê giştîyê ezmûnan sîstema perwerdehiya Rêveberiya Xweser, ew di ezmûnan de serneket. Tê behis kirin ku ew bû sedema dûrxistina gelek ji profesoran ji dezgehên perwerdehiyê yên li bin desthilata Rêveberiya Xweser bi hinceta ku zarokên xwe şandine dibistanên li bin desthilata rijêmê.
Neviyê Aldar Xelîl, û tê behis kirin ku dayîka wî yek ji karmendên rêveberiyê ye.
Kurê Humber Hesen, bavê wî berpirsê Encûna Herêma Cizîrê ye, û her weha karmendê darayîyê wê ye, bi piştgirya Aldar Xelîl.