HSDê serkirdeyekî DAIŞê li bajarokê El-Zir ê li rojhilatê Dêrezorê girt.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrezorê operasyonek encam da.
Li gor çavkaniyeke HSDê, di wê operasyonê de 2 endamên DAIŞê li nav mizgefta El-Zir li rojhilatê Dêrezorê hatin girtin.
Ji kesên hatin girtin yek Hadî El-Qizbîr e ku naskiriye bi navê Ebu Sumeye El-Iraqî.
Hevpeymaniya Navdewletî berî niha bi rêya helîkopteran belavok avêtibûn ser navçeya rojhilatê Dêrezorê, di wan belavokan de hatibû gotin ku kesê ku zanyariyan hûr li ser Qezbîr eşker bike dê bi 20 hezar dolaran bê xelatkirin.