Li Almanyayê wê xwepêşandanek li dijî PKKê birêve biçe

Li Almanyayê wê xwepêşandanek li dijî PKKê birêve biçe

 Li Almanyayê xwepêşandanek wê dijî siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê bireve biçe.

Çalakvana Rojavayê Kurdistanê Newroz Bijo di tora xwe ya taybet a tora civakî twitterê de ragehand: ‘’Xwepêşandana îro 17.07.2021ê li pêş konsolxaneya Amerîkayê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê dê birêve biçe.’’

Biryare xwepêşander demjimêr 13:00ê piştî nîvro heta 15:00ê li bajarê Dusseldorfê dijatiya xwe li hember siyaseta PKKê bi giştî û siyaseta wê partiyê ya li Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.

Newroz Bija daxwaza şikandina wê tirsê dike û PKKê li dil û derûniya xelkê de çêkiriye.

Pustên heman beş