YNKê hemû desthilatên Lahor radestî Bafil Talebanî kirin

YNKê hemû desthilatên Lahor radestî Bafil Talebanî kirin

Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahor Şêx Cengî jê wergirtin û dan Bafil Talebanî û biryar jî îro dikeve warê cîbicîkirinê.

Biryara Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê wihaye:

-Hevserok Lahor Şêx Cengî hemû desthilatên xwe bi hevserok Bafil Talebanî dide heta sererastkirina peyrewê navxwe yê YNKê.

-Ev biryar di roja derçûnê de dikeve warê cîbicîkirinê.

Biryara Polîtburoya YNKê îro der çû û ji bo nivîsingehên taybetên herdu hevserok, nivîsingeha taybeta biryarder û kargêriya mekteba siyasî, endamên mekteba siyasî, Sekreteriya encûmena serkirdayetî û nivîsingeha taybeta lêprisînê ya sekreteriyê, hatiye şandin.

Cihê behsêye demeke alozî di navbera herdu hevserokên YNKê Lahor şêx cengî û Bafil Talebanî de heye û ew alozî li nava xelkê Silêmaniyê bûye cihê nîgeraniyê.