Piştî ku li roja 10/6/2021an endamê komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan têkildarî bûyerên çiyayê Metîna daxuyanî day û têde ragihandî, “berya çend mehan bi rêya hinek dostan dewleta tirk, heta Tayîp Erdogan bixwe ji me re agahî şandin û gotin, di hundirê Tirkiyeyê de, ango li Bakurê Kurdistanê hûn agirbest îlan bikin, lê li beşên dinên Kurdistanê hûn çi bikin em mijûl nabin. Ango li hemberî agirbestê, vaye nakokiyên we bi PDK’ê re hene, herin bi wan re şer bikin.” di nava PKKê de lêpirsîn li dijî Karayilan bi sûça eşkere kirina nihênîyên partiyê destpêkiriye.
Hat hîn bûn, piştî van axaftina li Qendîlê lêpirsîn li dijî Murat Karaylan dest pê kiriye, Karayilan bi vê yekê hatiye sûçbar kirin ku nihênîyên têkilîyên PKKê bi Tirka û Erdogan re ji partiyê derxistine û ew eşkere kirine.
Elî Ewnî endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) eşkere kir, pêş niha Murat Karayilan ev yek eşkere kir ku Erdogan bi rêya hin ji dostan, şandek şandiye Qendîlê û hin daxwazî ji PKKê kirine derbara şer kirin li dijî Tirkiyê, ji ber vê yekê serkirdatiya PKKê li Qendîlê lêpirsîn li dijî Karayilan da destpêkirin, jiberku ev tiştek nihênî bûye û Karayilan ew nihênî eşkere kiriye.
Her weha ragihand, bi sûça eşkerekirina nihênîyên partiyê, rasterast li Qendîlê dest bi lêpirsîna Karayilan hatiye kirin û ew bi tundî hatiye rexnekirin, her weha ew hatiye haydarkirin ku bi ti awa nabe careke din derbara mijarek bi vî awa nihênî biaxve û têkilîyên PKKê bi Tirkiyê re eşkere bike.
Elî Ewnî got jî, PKKe bi xwe bi eşkere dibêje me têkilî bi Erdogan û Tirkiyeyê re hene, tev rêxistin û serkirdayetiya PKKê bi Karayilan re ragihandiye çewa dibe di medyayê de basî vê yekê bikî ku PKKê têkilî bi Erdogan re heye, ev nihênîye û behis kirina wan nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê lêpirsîn li dijî Karayilan hatiye destpêkirin.