Ardogan: Bila PKKe li benda Pêvajoya Aşitiyê nebe

Ardogan: Bila PKKe li benda Pêvajoya Aşitiyê nebe

Serokkomarê Tirkiyê îro li derbara Pêvajoya Çareseriyê a di nêvbera Tirkiyê û PKKê de daxuyanyên herî dijwar dan û got: Bila PKKe li benda çi bersivan ji gelê me nebe.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Ardogan îro roja şemiyê 17/7/2021 an li Erzeroma Bakurê Kurdistan di merasîma vekirina hinek kargehan de axivî û li derbara pêvajoya çareseriyê got: “Di dawiya pêvajoyê da, me dît ku armanca rêxistinên terorê û aliyên siyasî ên girêdayê wan ne lêgerîna mafane, lê pêkanîna ajandaya wan ya tarîye”.

Ardogan her wiha got: “Wek çawa teneka vala tenê deng deritêxe, bi siyaseta derew, bêbextî, PKKe çi rêkkeftineka bike bila bike, lê bila ew çaverêya tu bersivan ji gelê me neke.

Ardogan li hefteya bûrî jî li Amedê bas li Pêvajoya Çareseriyê kir û got: Pêvajo me dest pê kir, lê ne me xelas kir, kesên ku dixwazin xwînê birjînin wan pêvajo têk bir, îro jî HDPe pişitgriyê dide biloka çep, ji xwe wan û biloka çep xizmanîya aydolojîk heye.

Pustên heman beş