PDK-S: Revandina endamên me, nîşana têkçûna Rêveberiya Xweser e

PDK-S: Revandina endamên me, nîşana têkçûna Rêveberiya Xweser e

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) daxuyaniyek derbarê revandina endamên wê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir û ragihand, Ev kiryar xizmeta pêşeroja gelê me û doza wî nakin û kedên serxistina danûstandinên Kurdî jî sînordar dikin.

Polîtburiya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand, Di çarçoveya rewşa dijwar û gelê me tê de dimîne de, çekdarên ser bi PYDê ve şeva borî 17ê Tîrmehê dest bi kampîneke revandina kadro û endamên me kir.

Li gor daxuyaniya PDK-Sê, navên endamên PDK-Sê yên hatine revandin, wiha ne:

– Endamê Encûmena Herêmê yê PDKê li Çilaxa Mihemed Salih Şelal Ehmed.

– Endamê Encûmena Herêmê yê PDK-Sê li Qamişlo Izedîn Zênilabidîm Mehûmd.

– Endamê Komîteya Şêwirmendiyê yê PDK-Sê û Serokê berê yê Xwecihiya ENKSê li Qamişlo Mihemed Deham Eyo.

– Endamê Encûmena Herêmê yê PDK-Sê li Girkê Legê Berzan Husên.

Polîtburoya PDK-Sê diyar kir jî, roja 13ê Tîrmehê jî endamê wan Fermez Ebdulkerîm li Dêrikê û roja 22 Gulanê Ebdilxefar Mihemed li Çilaxa hatibûn revandin.

Polîtburoya PDK-Sê di daxuyaniya xwe de radigihîne, Ev kiryarên tirsandinê û siyaseta bêdengkirinê, tenê nîşaneya têkçûna vê rêveberiyê (Rêveberiya Xweser) e, ew li her bihaneyekê digere ta ku nêrînên cuda serkut bike û desthilatdariya xwe bi zorê çekê ferz bike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, em van kiryarên li dijî mafên mirovan û azadiyan bi tundî şermezar dikin, ev kiryar xizmeta pêşeroja gelê me û doza wî nakin û kedên serxistina danûstandinên Kurdî sînordar dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de, PDK-Sê bang li aliyên navdewletî yê pêwendîdar dike ku erk û pabendiyên xwe yên rêgirtina li binpêkirinên li dijî kadroyên ENKSê bi cih bînin. Herwiha bang li hêzên niştimanî û hêzên Kurdistanî kir, fişarê bikin, ji bo kesên hatine revandin werin azadkirin.

Pustên heman beş