Du girtî li girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.
Duhî li girtîgeha navendî ya Ormiyê 3 girtî, ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi qîsasê hatibûn mehkûmkirin, biribûn ber dara îdamê.
Li gorî agahiyan, îro danê sibê 2 kes ji wan girtiyan hatin bidarvekirin, ewê din vegerandin girtîgehê ji ber ku malbata kuştî ew efû kiribû.
Ewên ku hatine bidarvekirin, Babek Eslanî û Muhsin Husênî bûn û yê din jî Meysem Sadiqî bû.