Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS revandina endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-S ji aliyê çekdarên PYDê ve şermezar kir û daxwaz ji serkirdatiya HSD û Amerîka kir, destêwerdanê bikin û van girtiyan azad bikin.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, Tevî bangewaziya ji aliyê dost, civak û rewşenbîran a ji bo serxistina danûstandinan û gihîştina bi rêkeftineke Kurdî – Kurdî, lê berûvajî wan bangewaziyan û li dijî perensîpên mafên mirovan, dezgehên ewlekariyê yên PYDê roja 17ê Tîrmehê hejmarek ji endamên PDK-Sê revandin.
Sekreteriya ENKSê diyar kir, Mihemed Salih Ehmed li Çilaxa, Izedîn Mehmûd li Qamişlo, Mihemed Eyo li Qamişlo, Berzan Husên li Girkê Legê hatine revandin û li Kobanê jî bi ser mala serkirdeyê di Partiya Yekîtiya Kurdistanî Weysî Şêxî de hatiye girtin.
Sekreteriya ENKSê dibêje, girtina van çalakvanan, sivikkirina bi raya giştî û serkutkirina bîr û baweriyên cuda ye û armanc ji van kiryaran, hilweşandina danûstandinên Kurdî – Kurdî û gihîştina bi rêkeftineke yekrêziyê di vê qonaxa niha ya hestiyar de ye.
Di daxuyaniyê de hat, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê van binçavkirinan şermezar dike û bang li serkirdatiya HSDê û Amerîka wek serperiştyara danûstandinên Kurdî – Kurdî dike, destêwerdanê bikin û sînorekê ji van binpêkirinan re deynin û van girtiyan azad bikin.