Di êrîşeka balefirên cengê ên dewleta Tirkiyê de ku li çiyayê Metînî ê Başûrê Kurdistanê pêkhatîye, 5 Gerîla hatine armanc girtin, PKKe ceza kirina 9 eskeran radgihîne.
Wezareta parastina netewî a Tirkiyê îro roja dûşemî 19/7/2021an ragihand, di êrîşeka balefirên cengê de, hêzên wan ên asîmanî 5 çekdarên PKKê li çiyayê Metînî kirine armanc.
Ev êrîş paş rojekê ji daxuyanîya PKKê a li derbara Avaşênê hatîye, PKKê duh ragihand bû ku Gerîlayan ji 4 baskan ve li Avaşîn êrîşa artêşa Tirkiyê kirine, 9 esker di êrîşê de hatine ceza kirin.
Her yêk ji artêşa Tirkiyê û PKKe bê navbir amara zirarên canî yên hev parve dikin, lê belê herdû alî rast nabêjin û van agahîyan weke yêk ji alavên şerê derûnî li dijî hev bi kar tînin.