Endamekî civata giştî ya Gorran dibêje, bila PKK ji nav Herêma Kurdistanê derkeve û behaneyan jî nede destê Tirkiyê da ku Kurdistanê dagîr bike.
Endamê civata giştî ya Gorran, Baqî Mihemed Babale ji BasNewsê re got, divê PKK xwe li ber çavan re derbas bike û vî şerî ku pêsîra Kurdistanê girtiye, ji Herêma Kurdistanê dûr bixîne û ji nav xaka Herêma Kurdistanê derkeve.
Baqî Mihemed Babale her wiha got, eger PKK bi rastî berjewendiyên Kurdistanê dixwaze bila ew tiştên ku em jê dixwazin, bike. PKK bila behaneyan nede destê Tirkiyê û derbasî Bakûrê Kurdistanê bike û li wir şer bike.
Wî endamê civata giştî ya Gorran anî ziman jî, êdî ew serdem derbas bû ku PKK Silêmaniyê bike mertala xwe û got, helbet hinek aliyan li Silêmaniyê jî piştevaniya PKKê dikirin, ev jî berdêla wê giran bû.