Balefiran çekdarên PKKê li gundê Bêbadê bombebaran kirin

Balefiran çekdarên PKKê li gundê Bêbadê bombebaran kirin

Çekdarên rêxistina PKKê, îro li nêzî gundê Bêbadê yê girêday parêzgehîya Dihokê li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşa balefiran û dû roket bi nuqteyên wan ketine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja pêncşemî 22/7/2021an, balefirên cengê ên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKKê li çiyayê Kilîlo ê hindava aqarê gundê Bêbadê bombebaran kirin.

Êrîş li sat 9:50 Sibê pêkhatîye û balefiran dû roket li nuqteyên PKKê xistine.

Rêxistina PKKê ji bo ku çekdarên xwe ji êrîşên balefiran biparêze, liv û tevgerên wan xistine nava gund û nêzî bajarokan, ev yêk dibe sedem ku rojane ev gund bikevin ber êrîşên asîmanî û zirar dighîje şênîyan.

Pustên heman beş