Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê ragihandiye ku di nav du rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 100 hezar geştiyar hatine Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê Nerîman Fazil ji K24ê re ragihandiye: “Heta êvara roja duyem a cejna Qurbanê, 103 hezar û 196 geştiyar hatine Hewlêra paytext.”
Nerîman Fazil herwiha diyar kiriye: “Tê çaverêkirin ku heta roja dawî ya cejnê, ev hejmar bilind bibe, ji ber ku hatina geştiyaran heta niha bo Hewlêr û Herêma Kurdistanê berdewam e.”