Li Erbetê di kampeke koçberan de şewat derket 

Li Erbetê di kampeke koçberan de şewat derket 

Li kampa Aştî ya taybet koçberan a nêzîkî Erbet a parêzgeha Silêmaniyê de şewat derket û ji ber wê jî zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê bajarokê Erbetê Daban Mihemed  ragehand: ‘’Îro 22.07.2021ê piştî nîvro ji ber sedemekî nayê zanîn li kampa Aştî ya nêzîkî bajarokê Erbetê şewat derket.’’

Herwaha got: ‘’Ji ber wê şewatê 6 çadir şewitin, ku 4 ji wan mal têde bûn. Mixabin zarokekî temen 8 salî yê kur ji ber wê şewatê jiyana xwe ji dest da.’’

Navborî ragehand, şewat hatiye kontrol kirin.

Pustên heman beş