Çekdarên PKKê careke din êrîşî hêza Pêşmerge kir

 Çekdarên PKKê careke din êrîşî hêza Pêşmerge kir

Li xaleke Pêşmergeyê Zêrevanî ya li çiyayê Metîna yê li devera Amêdî, îro şemiyê 24ê Tîrmeha 2021ê, di demjimêr 8:30ê de, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) teqe li amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî kir.

Fermandarê Giştî yê Pêşmerge Ferîq Cemal Emînkî, îro roja şemiyê 24. 06. 2021ê, çekdarên PKKê li çiyayê Metîna li Amêdiyê gule bera Pêşmergeyan dane ku ew Pêşmerge li ser erkên xwe bûne.

Herwiha Ferîq Cemal Emînkî amaje bi wê yekê jî kiriye, ev cara yekem nîne ku PKK êrîşî Pêşmerge dike û berê jî li Amêdî, Zaxo û çend cihên din êrîşî Pêşmerge kirine û Pêşmerge şehîd kirine.

Herwiha Ferîq Cemal Emînkî, amaje bi wê yekê jî kiriye çekdarên PKKê bi armanca zirargiyandin û şehîdkirina Pêşmergeyan êrîşî Pêşmerge kirine.

Di berdewamiyê jî de Emînkî got: ‘’Herweke berê çawa çend caran Pêşmerge şehîd kirin. Di êrîşa wan a îro de zirara canî nebû.’’
Cemal Mihemed Êmînkî her weha eşkere kir: “PKK peyama Serok Barzanî ya heramkirina şerê birakujiyê weke derfet dibîne û car caran gefê dixwin û şer difiroşin Pêşmerge.”

Cemal Emînkî daxwaz ji PKKê jî kir rêzê li serweriya xaka Herêma Kurdistanê û dezgehên fermî û yasayên Herêma Kurdistanê bigire û şer û aloziyan dûr bi xwe ji Herêma Kurdistanê.