PKKe danpêdanê dike ku êrîşa Pêşmergehan kirîye

PKKe danpêdanê dike ku êrîşa Pêşmergehan kirîye

Rêxistina PKKê danpêdan kir ku çekdarên wê îro li çiyayê Metînayê êrîşa hêzên Pêşmergehan kirîye û dibêje: Ew hêza ku me êrîşa wan kirîye, girêdayî PDKê bû.

HPGê baskê leşkirî yê rêxistna PKKê daxuyanî li derbara êrîşa îro ku li ser hêza Pêşmergehan li çiyayê Metyanyê kirîye da û pir bi rû qaymî dibêje: Liv û tevgera hêzên PDKê li çiyayê Metînayê hatine dîtin, me hişyar da û pevçûn çêbû!.

Hêza Pêşmergehan ku li gorî destûrî û qanûnên Îraqa federal bi hêza şer’î a parastina Başûrê Kurdistanê hatîye nas kirin, lê belê PKKe vê şer’iyetê nabîne û dibêje ev hêza PDKê ye.

Çekdarên PKKê îro li çiyayê Metînayê li navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê ve êrîşî hêzeka Pêşmergehên Kurdistanê kir ku di erka xwe de bûn.

Fermandarê giştî ê Pêşmerge ferîq Cemal Êmînkî ragihand, eve cara yekem nîne ku PKKe êrîşî Pêşmerge dike û berê jî li Amêdî, Zaxo û çend cihên din êrîşî Pêşmerge kirîye û Pêşmerge şehîd kirine.

Pustên heman beş