Cureya nû a Covid ê “DELTA” Dihok dagîrkirîye

Cureya nû a Covid ê “DELTA” Dihok dagîrkirîye

Vîrosa Korona bi awayekî herî zêde li parêzgeha Dihokê a Başûrê Kurdistanê belav dibe û di 4 rojan de, 20 pêketiyên vê vîrosê can dayî ye.

Amarên tendirustiyê ên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê eşkere kirine, parêzgeha Dihokê niha li rêza yekem a rêjeya pêketinê bi vîrosa Korona Covid -19 tê, di çar rojên derbasbûyî de, 20 pêketîyan can dayî ye, hinek jê hêjan di temena gencatiyê de ne.

Di vê derbarê de, rêveberîya tendirustiyê a dihokê bangî tev welatîyan dike ku pêgrîyê bi rênmayên tendirustiyê bikin û xwe biparêzin ji vê cureya vîrosê ku bi DELTA Hindistanê tê nas kirin.

Rêveberîya tendirustiyê dibêje: ev vîros ango DELTA bi awayekî lezgîn belav dibe û xeterîyek mezine li ser mirovahiyê.

Pustên heman beş