Rojhilatê Kurdistanê li himber kirîza “Nan” de

Rojhilatê Kurdistanê li himber kirîza"Nan" de

Ji ber bilindbûna nirxa nan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, dû roj in piraniya firneyên nan li bajarê Bokanê hatine girtin û biryar hatiye dan sibe roja dûşemî bi gelemperî tev firnên nan werin girtin.

Ajansên nûçeyan yên taybet bi Rojhilatê Kurdistanî ragihandin, piştî bilindbûna zêdetir ya bihayê nan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, dema dû rojan e li bajarê “Bokan” ê ser bi parêzgeha Ormîyê yan nan li firneyan tuneye yan jî pir bi dijwarî tê bi dest xistin.

Li gor çavkaniyên medyayî, di van dû rojan de piraniya firneyên Nan hatine Girtin û biryar hatiye dayîn roja dûşemiyê tev firneyên nan bên girtin.

Wilatiyên Rojhilatê Kurdistanê eşkere dikin, îro roja yekşemî 25/7/2021an, li ber deriyê firneyên ku îro hatibûn vekirin hejmarek herî zêde a xelkê sekinîbûn lê nan bi dest piraniya wan neket.

Di îsal de hin caran nirxa nan li Kurdistan û Îranê bilind bûye û di vê demê de jî xelk rastî pirsgirêkên bê nanîyê bûye.

Pustên heman beş