Di êrîşeka dewleta Tirkiyê de, Hakan Ateş berpirsê karên locistîk yê PKKê li Xakurkê hat kuştin.
Li gorî ajansa Anadolê a dewleta Tirkiyê, Hakan Ateş bi kod navê Serdar Pîr Avêsta, li 22/7/2021an di êrîşeka hevpara îsixbaratê “MIT” ê û artêşê de li nêzî gundê Bîrkîm yê devera Xakurkê hatîye kuştin.
Hakan ataş ji meha xizîrana sala 2015an weke berpirsê locistîk yê PKKê li Xakurkê erk wergirt bû û ji wê demê ve li Başûrê Kurdistanê xizmeta rêxistina PKKê dike.
Rêxistina PKKê li derbara ji desitdayîna vê berpirsê xwe hêjan tu daxuyanî nedane.