Serkirdeyê Rojavayê Kurdistanê û endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) Osman Milo dibêje êrîşên PKKê îstîkrara Herêma Kurdistanê dikin armanc û PKK li ser daxwaza dagirkerên Kurdistanê û Heşdî Şabî êrîşî Pêşmerge dike.
Endamê Serkidayetiya PDKSê Osman Milo ji BasNewsê re axivî û ragihand ew êrîşên PKKê bo ser Pêşmerge îstîkrara Herêma Kurdistanê dike armanc û PKK li her cihê ku lê be ew erka pê hatiye spartin cîbicî dike.
Duhê Serfermandarê Pêşmerge Cemal Emînkî aşkere kiribû çekdarên PKKê li Xelîfan û Bêximê êrîşî xala kontrola ya Pêşmerge kiriye.
Derbarê êrîşên herî dawî yên PKKê li ser Pêşmergeyan jî Osman Milo dibêje PKK dixwaze aloziyan saz bike û xelkê bitirsîne û her dengê azad heyî wî dengî jinav bibe.
Li ser kuştina xelkê li jêr îşkenceyên PKKê jî Cemal Emînkî dibêje kuştina xelkê, desteserkirina çalakvanên medenî û endamên hizban bêyî hîç yasayekê destnîşan dike ku aqliyeteke vê hizbe nîne û armanca wê têkdana aramiyê ye.
Cihê behsê ye beriya bi çend rojan hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku hêza siyasî ya PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê 4 endamên PDKSê li Qamişlo desteserkiribûn.
Herwiha beriya bi 2 hefteyan jî ciwanekî bi navê Emîn Îsa li jêr îşkenceyê da û di zindanên PYDê de hatibû kuştin.