Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor derbarê revandina 3 rojnamevanên kurd ji aliyê çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, tê de bi tundî girtina 3ê rojnamevanên kurd şermezar kir.
Rêxistina Peymanêrên Bêsînor weha di daxuyaniya xwe de dibêje: Li rêkefta 17 Tîrmeha 2021ê, çekdarên PYDê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, her yek ji rojnamevan Ezedîn Mela rêvebrê rojnameya Kurdistan, peyamnêrê kenala ARK Berzan Hisên û Mihemed Saalih peyamnêrê berê yê kenala Kurdistan revandin, û heta niha çarenivîsa wan ne dyar e.
Di vê derbarê de rêxistina navhatî di daxuyaniya xwe de bi tundî ev kiryara ku dermafê 3ê rojnamevanên kurd ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye encamdan şermezar kir û banga serbestberdana wan kir.