PKKê li Başûrê Kurdistanê 4 zarokên din revandin

PKKê li Başûrê Kurdistanê 4 zarokên din revandin

PKKe li Kurdistanê karên xwe yên qirêj berdewam dike û her ku diçe pêtir zarokên kurd kaşî mirinê dike, PKKe bi hemû sazî û rêxistinên xwe ve hewil dide mejîkê zarokên kurd tevlîhev bike û wan bike qurbaniyên berjewendiyên xwe yên hizbî.

Hemû sazî û rêxistinên PKKê weke saziyên şûşitina mejîkê zarokên kurdan tevdigerin, zarokên kurdan ji malbat û bajar û gundên wan qut dikin û di nava refên xwe de weke koleyên serdema Roma ji boy pêk anîna berjewendiyên xwe dide şuxilandin.

Yek ji wan saziyên PKKê, Saziya Ciwanan a Kampa Mexmûrê ye ku bi “Genclîk” tê naskirin, vê saziyê çendîn ciwanên kurd şandine nava refên PKKê û ew bi xwe li kampa Mexmûrê rihet razane.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, saziya ciwanan li kampa Mexmûrê ku bi Genclîk tê naskirin û a tayîbet e bi kar û çalakiyên ciwanan di nava kampê de berpirsyara serekeye ji şandina ciwanên Mexmûrê bo nava PKKê de, ev sazî ji hêla desteyekê ku ji 4 kes pêk tê, tê birêvebirin, navên desteya birêvebera vê saziyê evin; “‘Ali Şêr, Argeş, Tekoşîn û Rewşen”, baregeha vê saziyê dikeve nava kampa Mexmûrê de.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin ku di dema rabûrî de, PKKê bi rêya vê saziyê û sazî û rêxistinên din yên ser bi xwe ve mejîkê hin ciwanên kurd tevlî hev kiriye û ew ji malbat û warên xwe qut kirine û revandine nava refên xwe de, tê zanîn ku piraniya wan kesan li bin temenê 18 saliyê de ne û ev yek jî li dijî qanûnên mafên zarokan e li cîhanê.

Hin ji zarokên ku îsal ji aliyê PKKê ve hatine xapandin evin:

  • Keça bi navê Dîdar Mihemed Seîd, ji dayik bûya sala 2007an, ev keç xwendkar bûye û nişteciya taxa Dallan a bajarokê Xurmal ê ser bi Helepçeyê ye. Ew li şeva 16-17/4/2021an wenda bûye û piştre xweya bûye ku tevlî refên rêxistinên PKKê di nava Silêmaniyê de bûye, ji aliyê malbata wê ve hatiye vegerandin bo mala xwe.

  • Amed Ebdulla, temen 18 sal, ji gundê Hîlal ê ser bi bajarokê Uluder li parêzgeha Şirnexê, ew li roja 4/5/2021an ji hêla saziya ciwanan a kampa Mexmûrê bêyî razîbûna û haydariya malbata wî hatiye şandin ji boy çiya, li ser vê yekê malbata Amed rayedarên PKKê haydar kirine ger zarokê wan venegerîn in ewê kampa Mexmûrê bi cî bihêlin û herin cîyekî din ku ne di bin desthilata PKKê de be. Heya niha malbata Amed nizanin kurê wan ji bo kuderê hatiye şandin û ti peywendîyek di nêvbera wan de tuneye, ji aliyê xwe ve PKKê malbata Amed haydar kirine ku ew bi kêfa dilê xwe tevlî refên PKKê bûye û soz bi PKKê daye di nava PKKê de xebatê bike.

  • Mihemed Sîrwan Kemal, nişteciyê taxa Raperîn li bajarokê Çemçemal, li roja 12/1/2021an ji mala xwe derketiye, piştî lekolîna malbata wî diyar dibe ku ew ji hêla rêxistinên nihênî yên PKKê hatiye şandin bo Qendîlê, tev malbata wî endamên PDKê ne, li gor zanyariyên pêgeha Darka Mazî ji hêla berpirsekî YNKê bi merema radestkirina navbûrî bi malbata wî pêwendî bi berpirsekî PKKê bi navê “Heval Rostem” hatiye kirin, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin.

  • Ciwanro Mihemed Ziyad, temen 17 sal, şêniyê gundê Şêx Weysî, bavê wî kadroyê YNKê ye, li roja 21/1/2021an ji hêla kesekî bi navê heval Xallî ku fermandarekî PKKê ye li sînorê bajarokê Axçeler û baregeha wan li navçeya Çinartû ye, hatiye şandin ji bo dewreya perwerdehiyê li Qendîlê.

Revandin û xapandina zarokên kurd ji hêla PKKê ve ne tiştek nû ye, PKKe ji dema hatiye damezrandin heya niha berdewam yan zarokên kurd dixapîne û wan tevlî refên xwe dike, yanjî bi zorê wan di nava gund û bajarên Kurdistanê de direvîne û li çiyayên Kurdistanê bi destê Tirkiyê dide kuştin.

Pustên heman beş