Xwecihiya Girkê Legê banga serbestberdana revandiyan kir

Xwecihiya Girkê Legê banga serbestberdana revandiyan kir

Encûmena xwecihî ya Girkê Lekê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, civîna xwe ya mehane li dar xist , tê de banga serbestberdana revandiyên Kurd yên di zîndanên çekdarên PYDê de kir.

Malpera fermî ya ENKSê da zanîn di destpêka civînê de xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên kurd û Kurdistanê herweha yên komkujiyan teqîna Qamişlo rawestiyan.

Di civînê de beşdarbûyan behsa kiryarên çekdarên PYDê di dermafê endam û alîgirên ENKSê de kir, û çawaniya revandina wan bi şêweyekî dûr ji prensîp, reftar û rewştê, nexasim yên di vê dema dawiyê de hatine revadin hate kirin.

Encûmena xwecihî di civîna xwe de banga serbestberdana siyastmedar, rojnamevan û hemû girtiyan kir ew jî weke niyazeke pak ji bo destpêkirin û berdewamkirina danûstanên ENKSê û PYNKê.

Li aliyekî din ji civînê hin mijarên mirovî, rewşa xelkê, pirsgirêka deriyê Sêmalka, hin babetên rêxistinî û çawaniya pêşxistina wê li ser hate rawestandin û pişniyar hatin pêşkêşkirin.

Pustên heman beş