Dewleta Tirk bombe li malên welatiyan barandin

Dewleta Tirkiyê Minbic û Şehba bombebaran kirin

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, li bakurê rojavayê Minbicê top avêtin gundekî, ji ber êrişê xisar li gelek malan bû, gundekî Şehbayê jî bû armanca topbarana dagîrkeran.

Li gorî navenda ragihandin û çapemeniyê a encûmena leşkirî a Minbicê, artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê ji biryargeha li gundê Yaşlîyê li rojavayê Minbicê top avêtin gundê El Seyada û ji ber vê êrişê xisar li malên sivîlên bû.

Encûmena leşkirî a Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişa li ser sivîlan, qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Di wêneyan da yên ku ji aliyê navenda ragihandin û çapemeniyê ya encûmena leşkirî a Minbicê hatin weşandin, tê dîtin ku xisareke giran li malên sivîlan bûye.

Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe her wiha topbaran li gundê Mişêrifiyê yê herêma Şehbayê barandin.

Pustên heman beş