Cenazeyên endamên malbata Dedeogûllarî îro tên veşartin

Cenazeyên endamên malbata Dedeogûllarî îro tên veşartin

Cenazeyên endamên malbata Dedeogûllari ya ku li Konyayê ji aliyê nijadperestên Tirk ve hatin qetilkirin, piştî nimêja esrê li Goristana Saraçoglû bên veşartin.

Li Taxa Hasankoy a girêdayî navçeya Meram a Konyayê, do li dijî malbata Kurd a ji Qersê Dedeogûllari êrişa nijadperest pêk hatibû û 7 kes ji malbatê hatibûn qetilkirin. Cenazeyên Yaşar, Bariş, Serpîl Serap Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogûllari, do bi şev ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.

Li gor zanyariyan, serê sibê dest bi otopsiya cenazeyan hatiye kirin. 7 cenazeyên malbata Dedeogûllari, wê îro piştî nimêja esre li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê bên veşartin.

Herwiha malbata Dedeogûllari ji do bi şev ve li ber nexweşxanê ye û li bendê ne ku cenazeyê xwe bigirin.

Pustên heman beş