Şerê PKKê û Tirkiyê 30 hezar donem li Amêdî û Zaxo şewitandine

Şerê PKKê û Tirkiyê 3 hezar donem li Amêdî û Zaxo şewitandine

Parêzgehîya Dihokê texmîna zirarên şerê PKKê û Tirkiyê li qezayên Amêdî û Zaxo kir û eşkere dike, tenê li vê dawiyê 30 hezar donem zevî şewitîne.

Cêhgirê parêzgehîya Dihokê Macid Seyd Salih îro roja yekşemî 1/8/2021an ji Rûdaw ê re axivî û go ku bi sedema şerê PKKê û Tirkiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê teybet li parêzgehîya Dihokê, zirarên herî mezin hatine tomar kirin.

Dest nîşan kir, tenê li sînorê qezayên Zaxo û Amêdiyê nêzî 30 hezar donem zevî şewitîne û zirarên herî mezin bi şêniyên gundên herdû qezayan û cotkarên wan ketine.

Navbûrî her wiha dibêje: Zirarên şer yên vê dawiyê bi 9 milyar dînaran tê xemilandin.

Li derbara gundê ku bi sedema şerê mehên rabûrî ber zirarê ketine, cêhgirê parêzgehîya Dihokê go: 20 Gund hatine vala kirin û herî zêde ji wan li sînorê navçeya Derkarê a girêdayî bajêrê Zaxoyê ne.

Pustên heman beş