Mezlûm Kobanî: Ez kujerên malbata li Konyayê lanet dikim

مه‌زلووم ب زمانێ تركی كوژه‌رێن مالباتا كورد «له‌عنه‌ت» كرن

Fermandarê Giştî yê HSD ê General Mezlûm Kobanî kuştina malbata Kurd şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî siyaseta nijadperest a Tirkiyê dengê xwe bilind bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê derbarê qetilkirina malbata Kurd a li Konyayê bi zimanê Tirkî peyamek belav kir.

General Mezlûm Kobanî di peyama xwe de amaje bi wê kir ku ew malbata Kurd di encama “siyaseta Kurd a dewleta Tirkiyê” de koçberî Konyayê hatiye kirin û got, ew ji ber “qetilkirina 7 Kurdan ji aliyê nijadperestên Tirk” ve di şînê de ne.

Fermandarê Giştî yê HSDê got, “ez bikuj û handerên wan lanet dikim” û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî siyaseta nijadperest a Tirkiyê dengê xwe bilind bikin.

Pustên heman beş