Avahîyek 5 qatî li navenda bajêrê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê hilweşîya, lê belê ji ber ku avahî vala bû, tu zirarên canî li pey bûyer nehatinê.
Hat ragihandin ku îro roja yekşemî 1/8/2021an, avahîyek 5 qatî li taxa Şahîn bêk a bajêrê Dîlokê hilweşîya û sedema hilweşînê nediyare.
Hate hînbûn ku avahî vala bûye û di bûyerê da mirî û birîndar nînin.
Hejmarek zêde ji hêzên ewlehiyê, agirkuj, ekîbên tenduristiyê û polês li cihê bûyerê amadebûne û sekina wan li wê taxê didome.