Li Rojavayê Kurdistanê danûstandinên Kurdî-Kurdî ji nû ve dest pê dikin

Li Rojavayê Kurdistanê danûstandinên Kurdî-Kurdî ji nû ve dest pê dikin

Hat ragihandin ku bi navbeynkariya Amerîkayê danûstandinên navbera Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partîya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) ku bi ser PYDê ve piştî demeke dirêj bi navbeynkariya Amerîkayê ji nû ve dest pê dikin.

Endamê desteya rêveberiya ENKSê Îmad Birho ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku danûstandinên ENKS û PYNKê dîsa dest pê dikin û gotiye, danûstandinên han dê destpêka vê mehê û bi navbeynkariya Amerîka dest pê bikin.

Hat diyarkirin ku naveroka hevdîtinên vê carê beşdarbûna ENKSê di rêveberiya xweser de û vegera pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê ye.

Îmad Birho daye xuyakirin, divê beriya destpêkirina danûstandinan PYD girtiyên wan berde û ku 14 kadro û medyakarên wan li cem PYD û YPGê girtî ne û baregehên ENKSê yên ku hatine girtin jî bêne vekirin da ku endamên ENKS bikare azadane xebata xwe bike.

Pustên heman beş