Şerê Tirkiyê û PKK rêgir bûye li ber avakirina 800 gundan

Şerê Tirkiyê û PKK rêgir bûye li ber avakirina 800 gundan

Di sê rojên borî de, firoke û topxaneyên Tirkiyê nêzîkî 15 cihan li Herêma Kurdistanê bordûman û topbaran kirine, ji wan jî hinek navçeyên nêzîkî Derka li sînorê Zaxoyê, nêzîkî Kanî Masê û Dêrelokê li sînorê Amêdiyê û nêzîkî Dînarte li Sînorê Akrê.

Li gor Rêveberiya Çandinî û Daristan û Perjînên Duhokê, ji ber bordûman û topbarana Tirkiyê û şerê navbera serbazên wî welatî û gerîlayên PKK  ziyaneke zêde gihaye navçeyê.

Kawe Sebrî, Rêveberê Çandinî û Daristan û Perjînên Duhokê dibêje, bi sedema şerê navbera Tirkiyê û PKKê nêzîkî 40 hezar dunim ji daristan û giyayê sînorê parêzgehê ji nav çûne.

Operasyona herî dawî ya Tirkiyê bo ser wan navçeyên Herêma Kurdistanê ku gerîlayên PKK tê de ne, di dawiya meha Nîsanê de bû, bi navê operasyona pencê birûskê destpê kiribû.

Tirkiyê hêzên xwe li 12 cihan bicîh kirine û ji ber operasyona wê jî xelkê 6 gundan derbider bûne û 3ê welatî jî li sînorê Amêdiyê birîndar bûne.

Lê berî vê operasyonê jî, operasyonên Tirkiyê yên din hebûn, ji wan jî operasyona naskirî bi pencê baz û pencê baz du.

Hîkmet Mihemed, Biryarderê Komîteya Navxwe û Asayîşê û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, îsal 20 gund ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûne, 6 kesan canê xwe jidest dane, ziyaneke zêde gihiştiye şûnwar û elektrîka navçeyên cihê şer jî.

Hîkmet Mihemed got jî, ji sala 1990 ve zêdetirî 100 welatiyan ji ber wî şerî canê xwe jidest dane û birîndar bûne.

Balanbo Mihemed Elî, Cîgirê Serokê Komîteya Karûbarê Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê dibêje, “welatiyan tevan gilî hene, çimku mixabin hem pûş û giyayeke zêde şewitiye û hem malên welatiyan dikarim bibêjim ku hatine rûxandin, hem jî dezgehên hikûmetê û xizmetguzarî rawestiyane, lewra xelkê navçeyên sînorî giliya rewşê dikin.”

Zêdetirî 25 salan e, artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK li Herêma Kurdistanê şer dikin.

Ji encama vî şerî, derfet nebû ku  zêdeyî 800 gundî bêne avakirin. Desteya parastin û çêkirina jîngehê dibêje, di navbera salên 2010an û 2020an de 873 donim daristan û perjîn şewitîne, û rêjeya %30 heta %35an ji ber bordûman û topbarana Tirkiyê û Îranê bû.

Pustên heman beş