Tirkiyê 22 endamên HDPê girtin

Tirkiyê 22 endamên HDPê girtin

Li her yêk ji bajêrê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û Stenbola Tirkiyê, hejmara 22 kesan ji endamên Partîya Demokratîk a Gelan hatin girtin.

Li parêzgeha Dîlokê duh demjimêr 18.00 ji aliyê rêxistina bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve kongreyeke rojnamevaniyê li ber avahiya partiyê hat sazkirin.

Hejmareke zêde ya ciwanan jî di wê kongreya rojnamevanî de cih girtin ku ji bo şermezarkirina kuştina malbata Kurd a li Konyayê hatibû rêkxistin.

Lê 2 demjimêr piştî wê kongreya rojnamevanî kesên bi navên Ahmet Yildiz, Eray Uçer, Hasan Emre Çelîk, Muslum Şahînsoy, Serhat Karahan, Mustafa Yaşodun û Alper Kulaz ku endamên Encûmena Ciwanan a HDPê bûn, ji aliyê polîs ve hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan dema ew ciwan diçûn bo malên xwe ji aliyê hêzên ser bi `Dije Teror`ê ve rê li ber wan hat girtin û hatin desteserkirin.

Li aliyê din bajarê Stenbolê jî 15 endamên rêveberên xwecihî yên HDPê ji aliyê polîs ve hatin girtin.

Teşkîlata HDPê ya li Stenbolê duh li Meydana Esenyurtê çalakiyek saz kir û ji gelek navçeyên Stenbolê xelk çûn bo wê herêmê. Lê polîs rê li ber karwanê otomobîlên ku ji Sultangazî diçûn Esenyurtê girtin û 15 endam û rêveberên HDPê girtin.

Pustên heman beş