HSD e gefa şerê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

HSD e gefa şerê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Piştî êrîşên berdewam yên rêxistina PKKê li ser pêşmergeyên Kurdistanê û şehîdkirina 9 pêşmergeyan û birîndar kirina bi 10an pêşmergeyên din û amadekariyên berdewam ji bo êrîşek berfirehtir, niha HSD e jî gefa êrîşa li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, PKKe mijûlî xwe amade kirinê ye ku di meha Tebaxê de êrîşî pêşmergeyên Kurdistanê bike, ji boy vê yekê jî amadekariya dike û dixwaze raya giştî bi derewên xwe yên di medyayê de bixapîne û wusa nîşan bide ku ev şerê li dijî PDKê ye û PDKe bi xwe berpirsyare ji vî şerî, lê di esas de PKKe di bin navê dijatî kirina PDKê de dixwaze şerê li dijî pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Di vê derbarê de hêzên ser bi PKKê li Rojavayê Kurdistanê ku bi HSD e tên naskirin piştevaniya xwe ji boy PKKê û êrîşa li ser pêşmergeyên Kurdistanê ragihand.

Yek ji Fermandarên HSD ê bi navê Mehmûd Berxwedan di dîdareke çapemeniyê de li gel ajansa (ANHA) ya ser bi PKKê ve tekez li ser vê yekê kir ku ger şer derkeve ew bê alî namînin û wê piştevaniya gerîlayan bikin.

Mehmûd berxwedan ragihand, “em naxwazîn şerê pêşmerge û gerîla derkeve, lê ger şer derkeve bê guman QSD e wê bê alî nesekine û alîkariya PKKê bike”, ev axaftinên fermandarê HSD ê di demkî de ne ku HSD ê pêş niha hin cara ragihandiye ku ew hêzeke serbixwe ne û ti têkilya wan bi PKKê re tuneye.

Tê zanîn ku ev cara yekê nîye ku berpirsên rêveberiya xweser û HSD ê gefan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, pêş niha jî berpirsên rêveberiya xweser hin caran di bin navê dijatî kirina PDKê de, gef li Hikûmeta başûrê kurdistanê xwarine, li dawî car Aldar Xelîl jî ev yek ragihandibû ku ger di nêvbera pêşmerge û gerîlayên rêxistina PKKê şer derkeve ew weke rêveberiya xweser bê alî namînin û wê li dijî PDKê “Hikûmeta Herêma Kurdistanê” şer bikin.

Pustên heman beş