Mazlûm Ebdî şanaziyê bi nasnama Suriye dike

Mazlûm Ebdî şanaziyê bi nasnama Suriye dike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dibêje ew şanaziyê bi nasnameya Sûriyê dikin û dixwazin pirsgirêkên xwe ligel hikûmeta Sûriyê çareser bikin.

Mezlûm Ebdî di civîna salane ya meclisên leşkerî yên HSDê de axivî. Herwiha di civînê de fermandarên hêz û meclisên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê, şandeya Hevpeymaniya Navdewletî û rayedarên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Ebdî careke din dubare kir ku HSD amade ye bi hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê çareser bibe re diyalogê bike û wiha got: “Em bi diyalogê, agirbest, diyaloga sûrî-sûrî, çareseriya siyasî û çareserkirina pirsgirêkên bi hikumeta Şamê re ne. Divê peyama me şaş neyê fêmkirin. Daxuyaniyên hikumeta Şamê yên derbarê hêzên me nayên qebûlkirin û nakeve xizmeta sûriyan. Ew hêzên me bi îxanetê û parçekirina welêt tawanbar dike. Em ji wan re dibêjin, we ev herêm ji DAIŞ û komên terorîst re hiştin. Hêzên me, yên ku ev herêm rizgar kirin û parastina gel dikin.”

Herwiha Ebdî got ku ew serfiraz e ji ber ku ji Sûriyê ye û wiha domand: “Em bi nasnameya xwe ya sûrî serbilind in. Hemû hêzên di bin sîwana HSDê de bi vê yek serfiraz in. Di civîna berê de me biryareke girîng girt ku sazûmaniya HSDê biguherînin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirkiyê û pandemiya koronayê ev biryar û gelek biryarên din nehatin pêkanîn.”

Mezlûm Ebdî derbarê guhertina demografiya herêmên ku dewleta Tirkiyê dagir kirine jî axivî û tekez kir ku guhertina demografiyê bê navber berdewam e.

Di berdewamiyê jî de Ebdî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê rojane agirbestê binpê dike û hevkariya wan a bi hêzên Rûsyayê re ya ji bo parastina agirbestê li sînorên bakur berdewam e.

Pustên heman beş