Di êrîşeke çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê de, 2 polîsên federalî hatin kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn.
Jêderekî ji ewlehiya parêzgeha Kerkûkê ragihand, îro berbangê hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî ser binkeyeke Polîsa Federalî li gundê Esfer ê li nahiya Reşad li Kerkûkê kir.
Wî jêderî diyar kir jî, di encama êrîşê de, 2 polîsên federalî hatin kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn. Herwiha çekdarekî DAIŞê jî hat kuştin.
Wî jêderî destnîşan kir, li çend navçeyên din ên parêzgeha Kerkûkê, 4 cih û 2 tunelên DAIŞê hatin teqandin û 3 çekdar jî hatin desteserkirin.