Serok Barzanî: Şingal birînekê kûre li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê

Serok Barzanî: Şingal birînekê kûre li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê

Îro roja sêşemê 03.08.2021ê Serok Barzanî di 7 saliya jenosayda Şingalê de peyamek belav kir

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şingal birînekê kûre li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û ewê terorîstên DAIŞê heft sal berî niha li dijî xûşk û birayên me yên êzdiyan encam dan êş û azareke ku tu demekê ji bîra Kurdistaniyan naçê. Em baş dizanîn di dema êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê,êzdî ji ber sedema kurdbûn û bîr û baweriya olî ve ketin ber êrîşa rik û bêwîjdaniya tawanbarên DAIŞ û hatin jenosaydkirin. Ew tawana DAIŞê jî li devera Şingalê encam da berdewamiya wan zincîre jenosayd û komkujî û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê li ser gelê Kurdistanê hatiye encamdan.

Li heftemîn salvegera wê karesatê da silav ji bo giyanê şehîdan û qurbaniyên wê tawanê dişînîn û bi rêz û rûmetê ve wan Pêşmergeyên qehremanan bi bîr tînîn ku ji bo azadkirina Çiyayê Şingalê û bajarê Şingalê xwîna xwe gorî kirin û serê DAIŞê dirinde xistin bin piyê xûşk û birayên me yên êzdî û tola wê neheqî û zulmê li terorîstan kirin.

Cihê daxeke zêdeye piştî derbasbûna heft salan li ser wê karesatê da hê jî êş û azarên êzdiyan her berdewame û Şingal li destê komek hêz û çekdarane ku hîç peywendiya wan bi berjewendiya Şingalê û êzdiyan ve nîne. Her ew jî rêgirbûne li vegerana xelk û avadankirina Şingalê. Li vir da ji bo xûşk û birayên êzdî ewe dûpat dikim ku bi hemû şiyanek li gel daxwaz û êş û azarên wan da me. Daxwazê jî ji wan dikim li navxwe de yekrêz bin û hêviya wan hebê û wan piştrast dikim her tiştek li ser bingeha zulm û xwesepandinê bê dawiyê de her bi dawî dibe û ew rewşa neasayî û neyasayiya niha li Şingalê da heye heta serî nabê û divê xûşk û birayên me yên êzdî bi serbilindî vegerin li ser mal û halên xwe.

Mesûd Barzanî

Pustên heman beş