Divê diyaloga bi Şamê re di bin çavdêriya navdewletî de be

Divê diyaloga bi Şamê re di bin çavdêriya navdewletî de be

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro diyar kir ku xelkê Sûriyê tev dixwazin danûstandinê bikin, lê di bin biryarên navdewletî de û di bin çavdêriya navdewletî de.

Îbrahîm Biro beşdarî bultena nûçeyan Kurdistan24ê bû û li ser gotinên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ku gotibû divê diyalog bi Şamê re were kirin, Îbrahîm Biro diyar kir: “Miletê Sûriyê tev dixwazin danûstandinê bikin, lê di bin biryarên navdewletî de û di bin çavdêriya navdewletî de, ti aliyek eger bixwaze tenê bi rejîmê re bide û bistîne, ev serkeftin nabe, ji ber ku ev rejîm eger tiştek bida miletê Sûrî, bi deh salan şer û kuştin û penaberkirin û valakirina Sûriyê nedikir.”

Biro destnîşan kir: “Bêguman guhertina rejîmê, daxwazeke sereke ya xelkê Sûriyê ye, Beşar Esed weke Serokê Sûriyê nayê qebûlkirin ji aliyê her kesî ve, heta dostên rejîmê jî dizanin ku Beşar Esed ne çareserî ye.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên ENKSê diyar kir: “Danûstandinên Kurdî – Kurdî demeke dirêj bi çavdêriya Amerîkayê hat kirin û hêviyek ji miletê me re çêkir ji ber ku berê sê rêkeftin di bin serperiştiya cenabê Serok Barzanî de çêbûn û PYDê binpê kirin. Vê carê me got Amerîka weke hêzeke mezin bi ser bikeve, lê mixabin heta niha ew gavên berbiçav nebûn.”

Îbrahîm Biro eşkere kir“Di aliyê serbazî de ji sala 2014an heta niha, Amerîkayê gelek danûstandin di navbera me û aliyê din de kir, gelek hewl da ku karê eskerî bi hev re bikin, lê qet qebûl nakin Pêşmergeyê Roj vegerin û karê xwe bikin li deverên Kurdî, heta niha gotûbêj jî li ser nehatiye kirin.”

Li ser pirsa “Gelo hûn pêşbînî dikin ku di demeke nêz de gotûbêjeke din a diyaloga Kurdî – Kurdî çêbibe?”, Biro eşkere kir: “Em bi hêvî ne ku çêbibe, lê ev 6 meh di ser îdareya Biden re derbas bû heta niha nûnerekî xwe ji bo Sûriyê bi tevahî dananiye. Ev jî nîşana girîngînedana bi rewşa Sûriyê bi tevahî ye, jixwe bi taybetî di deverên Kurdî de Amerîka hinekî çavê xwe girtiye. Li deverên Kurdî bi hebûna Amerîkayê Efrîn çû, Serê Kaniyê çû, Girê Spî çû, gelek girîngî neda deverên Kurdî.”

ROJEVA KURD

Pustên heman beş