Dadweran îfade ji Lahur Cengî wergirtin

Lahur Cengî

Dadgeha Silêmaniyê biryara desteser kirinê ji boy Lahur Şêx Cengî yê hevserokê Yekêtîya Niştîmanîya Kurdistanê derxist û ragihand ku ev biryara girêdayî dosîya 27 meha rabûrî ye ku têde ferman ji boy girtina her yêk ji Polat Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî birayên Lahur û herwiha efserek berz ê asayîşê bi navê Ehmed hatbûne derkirin.

Di vê derbarê de, çavkanîyekî ji dadgeha Silêmaniyê ji Rûdaw ê ra axivî û go: Her duhî roja dûşemî 2/8/2021an, dadwer îfade ji Lahur Şêx Cengî wergirtine.

Fermana desteser kirina Lahur Şêx Cengî li gorî maddeya 430 a yasaya cezayên Îraqê ye.

Hêjay gotinê ye, paş 8 tîrmeha îsal 2021an, ku têda kîşe li nêvbera Bavêl Talebanî û Lahur Şêx Cengî çêbûn, Bavêl Talebanî hemû desthilat ji Lahur Cengî sitandine û li Silêmaniyê bê bandor kirîye, Lahur Cengî jî vê bi kodeta dizane.

Duhî Lahur Cengî peyamek belav kir û têda go ku ji min hatîye xwestin ku ez Kurdistanê bi cî bihêlim, lê belê ezê penayê ji bo dadgehê bem.

Dadgeha Silêmaniyê îro ragihand ku daxwazîya Lahur Cengî hatîye red kirin.

Pustên heman beş