10 kes bi tometa kuştina 7 endamên malbata Kurda li Konyayê hatin desteserkirin, lê heta niha kujerê sereke nehatiye girtin.
Roja 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meram a Konyayê, komeke nijadperestên Tirk êrîşî malbateke Kurd kiribû û 7 kes kuştin û piştre jî mal şewitandin.
Li ser vê êrîşê jî Polîsa Tirkiyê ragihand, 14 berguman bi kuştina wan 7 kesan hatin desteserkirin û piştî lêkolînê 10 kes hatin girtin û 4 jî hatin berdan.
Li gor zanyariyan jî, kujerê sereke yê wan 7 kesên Kurd, navê wî Mihemed Altun e û heta niha nehatiye dersteserkirin û polîs li dû şopa wî digerin.